Di teqînekê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê de 7 ji artêşa Iraqê û Heşda Eşairî hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, îro tirimpêleke bombebarkirî li gundê El-Dehim ê li bejehahiya Hedîsa ya parêzgeha Enbarê teqiya.
Hat gotin ku beriyê teqîn pêk were, agahî ji artêşa Iraqê re hatibû ku guman ser tirimpêlê heye.
Dema hejmarek ji leşkerên artêşa Iraqê û endamên Heşda Eşairî berê xwe didin deverê, tirimpêl bi wan ve diteqe.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama teqînê de efserek ji artêşa Iraqê û 6 endamên Heşda Eşairî hatin kuştin.
Her wiha 5 ji artêşa Iraqê û 2 endamên Heşda Eşairî birîndar bûn.
Derbarê kesên ku ev teqîn pêk aniye, agahiyên piştrast nehatine bidestxistin.