Hewldana “Edalet ji bo Roboskî”: Komkujî nîşaneya têkçûna edaletê ye

Hewldana “Edalet ji bo Roboskî” têkildarî komkujiya Roboskî ya kanûna 2011’an, destnîşan kir ku ev yek nîşaneya têkçûna sîstema edaletê ye.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 28’ê kanûna 2011’an de piraniya wan zarok 34 kes ji aliyê dewleta Tirk ve bi bombarana hewayî hatibûn qetilkirin.

Derbarê vê komkujiyê de, Hewldana “Edalet ji bo Roboskî” daxuyaniyek da.

Hewldana “Edalet ji bo Roboskî” bi bîr xist ku 110 meh di ser komkujiyê re derbas bûne û ji wê şevê heya niha hiqûq winda ye û her kes bêdeng e.

Hat diyarkirin ku parlamenê komîsyonek ava kir û veşart, dadgeriyê jî mafdar nîşan da.

Hewldana “Edalet ji bo Roboskî” destnîşan kir ku heta bûyera li Roboskî qewimî ji gel re neyê vegotin, ne siyaseta Tirkiyê sivîl dibe ne jî demokratîk dibe.

Back to top button