Jinên li Helebce di rêvebirina bajêr de xwedî roleke sereke ne

Di gelek saziyên rêvebirina bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê de jin di rêveberiyê de cihê xwe digirin. Ji lewra Helebce wek yekem ezmûna jinan a di rêveberiyê de tê dîtin. 

Bajarê Helebce yê başûrê KUrdistanê, yekem ezmûna jinan a di rêveberiyê de tê dîtin.

Hîna ji ber de jinan di rêvebirina bajêr de cihê xwe digirt.

Edîle Xanim ku li bajêr wek yek ji jinên sembol tê naskirin û jina şah a bê tac tê binavkirin, piştî mirina hevjînê xwe Osman Paşa ku serokê eşîra Caf bû, 1900’a bajar birêve biriye.

Piştî Edîle Xanimê jî gelek jinan di rêvebirina bajêr de cih girtine, van jinan di pêşxistina zanist, xwendina zarokên keç û gelek aliyên din de rolek giring lîstine.

Niha jî di rêvebirina bajêr de jin xwedî rolek sereke ne.

5 sal in jina bi navê Nuxşe Nasih, qeymeqama Helebce ye û di dîroka başûrê Kurdistanê de yekem jin, wek qeymeqam dixebite.

Di vê derbarê de, rêvebera Ofîsa Mafê Mirov a Helebce Gulistan Ehmed, diyar kir ku divê jin di rêvebirina saziyên ewlehî û leşkerî yên li bajêr de jî cih bigrin.

Seroka Şaredariya Helebce Kuwêstan Ekrem jî da zanîn bajar, wek mînakek ya pêşkeftina jinê tê bi navkirin.

Helebce 2013’an, bi biryara Parlementoya başûrê Kurdistanê bû parêzgeh.

Nêzî 60 sazî di bajêr de hene.

Di nava sazî û dezgehên Hikûmetê de gendeliyek zêde heye û heta niha jî hikûmetê nekariye bi qasî pêwîst çavdêriyek baş li ser karên van saziyan bike.

Back to top button