Myanmar..Xwepêşandêr daketin qadan 4 kes mirin bi dehan jî hatin binçavkirin

Li Myanmar a ku ev 3 heftene xwepêşandanên li dijî artêşa darbekar lê pêk tên, rewş aloztir dibe.
Ji ber êrîşa leşkeran ya li ser xwepêşandêran 4 kes mirin û nêzî 30 kes jî hatin binçavkirin.

Bi van agahiyên dawî re li welat jimara xwepêşandêrên ku di encama êrîşa artêşa darbekar de mirîn derket 7’an.

Her wiha ya xwepêşandêrên hatine binçavkirin jî gihişt 27’an.

Li gorî çapemeniya herêmê jina ku li bajarê Monwya birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa darbekar heta niha li ser mijarê ti daxuyanî ne daye.

Li bajarê Yangon yê dikeve başûrê welat di navebra xwepêşandêr û artêşê de pevçûnên dijwar rûdan.

Artêşê li dijî xwepêşandêran tundiyek zêde bikar anîn.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin de rojnamevan jî hene.

Li welat ku 1’ê Sibatê artêşê darbe lê pêk anî, têkildarî çarenûsa lîdera welat Aung San Suu Çii û serokê welat Win Myint agahî nayên bidestxistin.

Her çiqasî tê gotin Suu Çii li zindanê tê girtin jî lê heta niha cihê lê dimîne nayê zanîn.

Back to top button