Li çolistana Bûkemalê teqînên dijwar pêk hatin

Îro, li çolistana Bûkemalê ya rojhilatê Dêrazorê ya di bin kontrola hêzên Îran û komên alîgirên wê de, teqînên dijwar pêkhatin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di dema teqînan de balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan.

Heta niha jî sedemên teqînênan nehatine zanîn.

Roja înê ya derbasbûyî, balafirên şer ên Amarîkayê êrişî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li herêma Bûkemalê kir.

Di encamê de 22 çekdar hatin kuştin, 3 kamyonên cebilxaneyê yên Hizbullaha Iraqê hatin rûxandin.

Li parêzgeha Idilbê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk yên li Sifohin, Fitêra, Kensefra yên li gundewarê Başûrê Idilbê topbaran kir.

Çavdêriyê da zanîn ku hêzên hikmetê deverên li El-Enkewî û Qilîdîn yên li Sehl El-Xab yên li Bakurê Hemayê jî, kirin armanc.

Back to top button