Îsraîl careke din Baregehên komên Îranî yên li Şamê bi mûşekan hatin armanckirin

Artêşa Îsraîlî careke din bi mûşekan komên girêdayî Îranê yên li Sûriyê kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di saetên êvarî de, balafirên artêşa Îsraîlê bareghên komên bi ser Îranê ve, yên li başûrî Şamê bombebaran kirin.

Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA jî ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî hejmarek mûşek anî xwarê.

Lê heta niha ji herdu çavkaniyan jî, ti agahî der barê encamê de nehatine biparvekirin.

Back to top button