Li Me’ribê a Yemenê bêhtirî 350 “çekdarên Hûsî” hatin kuştin

Şer û pevçûn li parêzgeha Me’rib a Yemenê berdewam in û artêşa welêt kuştina bêhtirî 350 “çekdarên Hûsî” di rojên dawî de ragihand.
Îro li bajarê Cinêvê jî ji bo alîkariya mirovî bo Yemenê, kongreyek tê lidarxistin û NY weke alîkarî, banga 3.85 milyar dolarî dike.

Artêşa Yemenî ragihand, ku di şerên li eniyên rojavayê parêzgeha Me’ribê de, bêhtirî 350 “çekdarên Hûsî” hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê diyar kir, ku artêşê, bi desteka asmanî ya Koalîsyona Welatên Ereb, ziyanin mezin gihandin “hêzên Hûsî” li eniyên rojavayê Me’ribê û bêhtirî 350 çekdarî hatin kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin û dîlgirtin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 14 karwanên çek û cebilxaneyên “Hûsiyan” hatin jinavbirin.

Şerê li Me’ribê dikeve heftiya xwe ya duyemîn û heta niha bêhtirî 8 hezar kes koçber bûne û rêxistinên navneteweyî hişyariya bobelateke mirovî didin.

NY daxwaza 3.85 milyar dolar weke alîkarî bo Yemenê dike

Ji ber têkçûna rewşa jiyanî, NY banga 3.85 milyar dolar weke alîkariyên mirovî bo Yemenê dike.

Îro Duşemê, li Cinêvê, kongreyek li ser asta wezîran, ji bo komkirina alîkariyan bo Yemenê bi tevlêbûna bêhtirî 100 welatan tê lidarxistin.

NY bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêwîstiya 70 % ji gelê Yemenê bi alîkariyê heye û teqez kir ku nîvê zarokên di biniya 5 salan re, bi bedxwarinê re rû bi rû ne.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres berIya lidarxistina kongreyê got:

”Şerê li Yemenê nifşekî bi temamî dadiqurtîne, divê em rê li ber vê yekê bigirin.”

Back to top button