Ajansa Atomî ya Navdewletî, derbarê peymana nuklerî û binpêkirinên Îranê, dicive

Piştî Îranê daxwaza welatên Ewropî ji bo pêkanîna civînekê digel Amerîkayê red kir, Ajansa Atomî ya Navdewletî, îro ji bo mijara peymana nuklerî dicive.
Her wiha piştî êrîşa li ser keştiyeke Israîlê li Kendava Umanê, Netanyahu Îranê tawanbar dike û gefa lêdana wê li her devera herêmê dixwe.

Îro Ajansa Atomî ya Navdewletî, derbarê peymana nuklerî û binpêkirinên Îranê, dicive.

Ev civîn, piştî ku Îranê, pêkanîna hevdîtineke nefermî digel Waşingtonê, bi navbeynkariyeke Ewropî, red kir, pêk tê.

Tehran, teqeziyê li ser rakirina cezayên Amerîkî beriya çi gavê dike.

Li gorî rojnameya “The New York Times”, êrîşa dawî ya Amerîkayê li dijî hêzên Îranî li Sûriyê, hişt ku Îran li danûstandinan sist bibe.

Nexasim piştî gefa serokê Amerîkî Joe Biden, “Îran ji cezayan nafilite”.

Êrîşên Amerîkî weke bersiv li ser êrîşên Îranê li dijî baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li Hewlêrê û herêma Kesk a Bexdayê pêk hatin.

Berdevkê Rêxistina Atomî ya Îranî ragihand ku eger dorpêç ji ser welatê wî neyê rakirin, ew ti agahiyan nadin ajansa navdewletî.

Sala 2019’an, Îranê rêjeya bikaranîna Uranyomê heta 20% zêde kir, ku heman rêjeya beriya lihevkirina 2015’an bû.

Netanyahu Îranê bi êrîşê tawanbar dike û gefa lêdana wê dixwe

Ji aliyekî din ve, serokê Israîlê Benjamin Netanyahu gef li Îranê xwarin û soza lêdana wê li her devera herêmê da.

Netanyahu Îran bi êrîşa li dijî keştiya xwe li Kendava Umanê tawanbar kir û got:

”Diyar e ev karekî Îranî ye. Îran dijmina herî mezin a Israîlê ye.”

Pêncşema borî dema keştiyeke Israîlê ya barkirina erebeyan ji Erebistana Siûdî berê xwe dabû Sîngaporê, hat teqandin.

Back to top button