“Rewş berdewam bike dibe ku karîseteke mezin rû bide”

Dewleta Tirk a dagirker asta ava çemê Firatê ku derbasî Sûriyê dibe kêm kiriye, ev yek berdewam bike wê bibe sedema karesteke mezin.

Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrînê, rêjeya ava ku diherike di çirkiyê de ji 500 metrekabik, kêmtirî 200 metrekabî ye.

Beriya niha aliyên peywendîdar ên Bendava Tişrînê destnîşan kiribû ku rojane av derdora 10 cm kêm dibe.

Dewleta Tirk di dawiya Çileya derbasbûyî de, asta ava bendava Tişrînê 4 metreyan kêm kiriye.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê bi dîmen rewşa dawî ya çem şopand.

Li hin deverên mîna gundên Boraz û Qemleq bi 300 metere av bi şûn de çûye û heta hin gundên ku di bin avê de bûn, xuya bûn.

Back to top button