
Piştî şewata ku li Kampa Holê rû da, Rêxistina UNICEF ya NY; bang li hemû welatên welatiyên biyanî yên li kampê, kir ku wan vegerînin.
Rêveberê UNICEF’ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ted Chaiban da xuyakirin ku li kampa Holê bêtirî 22 hezar zarokên biyanî hene û bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne.
Li gorî Ted Chaiban, divê NY hewl bide ku van zarokan bi ewlehî vegerîne welatên wan.
Li Kampa Holê gelek bûyerên kuştin û serjêkirinê rû didin, şeva Şemiya borî jî jinekê tevî 3 zarokan ji ber derketina şewatekê jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes birîndar bûbûn.