Keştiya çaremîn a bi navê Sî Ay (Sea-Eye) ku ji bo rizgarkirina penaberên li deryayê asê mane wê kar bike, li bajarê Rostock ê Almanyayê bi merasîmekê bi rê ket.
Saziya alîkariyê ya bi navê Sî Ay (Sea-Eye) ku navenda xwe li bajarê Regensbûrg ê Almanyayê ye, ji sala 2018’an ve keştiyên xwe yên rizgarkirinê li Derya Spî digerîne.
Ji wê demê ve bi sedan penaber rizgar kiriye.
Keştiya ku navê “Sî Ay (Sea-Eye) 4” lê hatiye kirin, di nava keştiyên rizgarkirinê de ya herî mezin e.
Doh li bajarê Rostockê bi merasîmekê bi rê ket.
Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan tevlî merasîmê bûn.
Merasîm ji aliyê penaberê ji Sîerra Leone Alpha Jor Barry Gemiy ê 18 salî ve hate kirin ku sala 2018’an ji aliyê Sea-Eye ve li Derya Spî hatibû rizgarkirin pêk hat.
Gemiy diyar kir ku botên wan dema ku li ber noqbûnê bû ew hatin rizgarkirin û ji bo wan serbilindî ye ku keştiyeke nû ji bo xizmetê vedikin.
Gemiy ji aliyê keştiya ‘Alan Kurdî’ ya heman saziya alîkariyê ve hatibû rizgarkirin.