Şêniyên navçeya Tirbespiyê destdirêjiya li dijî zaroka 4 salî şermezar kirin û bang li Dadgeha Gel kirin ku cezayên herî giran li sûcdar were birîn.
Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya Dadgeha Gel kom bûn û banga cezayên herî giran li dijî sûcdar kir.
Ji rêveberên Dadgeha Gel Hac Ebdî Silêman, diyar kir ku dadgeh li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser biryaran digre.
Ebdî Silêman got:
“Rêveberiya Xweser derfeteke mezin daye şêniyan da ku nêrînên xwe bêjin.
Doz li gorî bang û lêpirsînan tê meşandin û dê cezayên giran li sûcdar were birîn.”
Li navçeya Tirbespiyê, destdirêjî li zarokeke 4 salî hat kirin.
Malbata zarokê doz ji Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê re, rakir.