Myanmar..Di xwepêşandanên li dijî artêşa darbekar de 18 kes hatin kuştin

Li Myanmarê ku meheke bi rêya artêşa darbekar tê birêvebirin, li kolanan rewş aloz dibe.
Di êrîşa polîsan ya li dijî xwepêşandêran de 18 kes mirin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandanên ku li welat ji 6’ê Sibatê ve despêkirî, her roja derbas dibe bixwîntir û aloztir dibe.

Paytext Nepido di nav de, li nêzî 10 bajaran bi hezaran kes li qadan bûn.

Herî dawî ji ber destwerdana artêşê 18 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.

Bi vê re jiyamara giştî ya xwepêşandêrên di encama êrîşên artêşê de hatîn kuştin gihişt 25’an.

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Sûcên Siyasî (AAPP) di nava mehekê de li Myanmarê 854 kes hatine binçavkirin û ji van 771 kes hatine girtin.

Artêşa darbekar ji bo lîdera welat ya ji erkdaxistî Aung San Suu Kyi têxin zindanê hemû rêya bikar tînin.

Herî dawî bi rêya vîdeo hate mehkemekirin û vê carê bi îdiaya axaftinên gel ber bi nerehetiyê ve biriye hate tewambarkirin.

Kesên di vê çarçoveyê de tevger dikin bi cezayê 2 salan têne girtin.

Back to top button