Şandeyeke ji parlamentoya Ewropa û ya Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û gelek dosye bi Daîreya Têkiliyên Derve re nîqaş kirin.
Şande ji di saetên nîvro de di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî herêmê bû.
Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer û rêveberên deriyê Sêmalka hate pêşwazîkirin.
Herdu aliyan mijar û dosyayên girêdyaî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.
Aliyan behsa guhertina demografî ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nîqaş kirin.
Di civînê de, rewşa mirovî, ambargoya li ser herêmê, girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û bandora wê ya neyinî hatin nîqaşkirin.
Dr. Ebdulkerîm Omer, astengiyên ku li pêşiya rêveberiyê derdikeve û girîngyia ku Rêveberiya Xweser beşdarî porsesa siyasî ya li Sûriyê bê kirin şîrove kirin.
Piştî nîqaşan, şande di deriyê Sêmalkayê re ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket.