RÛSYA: BI KOORDÎNEYA BI TIRKIYÊ RE ME ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI IDLIBÊ PÊK ANÎN

Balafirên Rûsyayê bi koordîneya bi dewleta Tirk re bombe bi ser herêmên Idlibê de berda.

Li dijî êrîşên balafiran li bajarên Ezaz û Babê xwepêşandanan dest pê kir.

Li aliyekî din jî Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê li Babê li dijî çeteyan çalakiyek pêk anî.

Balfirên Rûsî duh, êrîşeke hewayî li ser depoyeke cebilxaneyê ya çeteyên Dewleta Tirk li Idlibê pêk anî.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku, ev êrîş bi Koordîneya bi Tirkiyê re pêk hatiye.

Ajansa Ragihandina Rûsî li ser zimanê Wezareta Parstinê ya Rûsya raghand ku balafirên Rûsî êrşeke hewayî li ser depoyeke cebilxaneyê li Idlibê pêk anîne.

Wezaretê eşkere kir ku, ev êrîş bi koordîneya bi Dewleta Tirk re pêk hatiye.

Li gorî Wezaretê, koma ku hatiye hedefgirtin, plana êrîşekê li ser Balafirgeha Himêm ya Rûsya dikirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku di encama êrîşên balafiran de 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Van êrîşan hem gelê sivîl û hem malbatên çeteyên dewleta Tirk bêzar kirin.

LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI BAB Û EZAZÊ XWEPÊŞANDAN HATIN LIDARXISTIN

Lewra li bajarên Ezaz û Babê li dijî dewleat Tirk a dagirker xwepêşandanan dest pê kir.

Şêniyên herêmên Ezaz û Babê li dijî dewleta Tirk rabûn û xwestin ji herêmê derkeve û bombebarana Rûsyayê rawest e.

XEZEBA ZEYTÛNÊ: 3 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI BABÊ HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din jî li nêzî Qada Merto ya li bajarê Babê bombeyek bi motorsîklêtekê ve teqiya.

Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê bi daxuyaniyekê berpirsyartiya çalakiyê rakir ser xwe..

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê me li bajarê Babê li dijî çeteyan motorsklêtek hat teqandin..

Di encama çalakiyê de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button