Ewas Elî: Hikûmeta Şamê rê daye dagirkeriyê û lihevkirinek veşartî heye

Endamê Desteya Edîtor a Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî, Ewas Elî destnîşan kir ku hikumeta Şamê tu helwesteke fermî li hember destwerdana Tirkiyê neda û ev xwe dispêra hevkariyeke veşartî.

Ewas Elî destnîşan kir ku Hikumeta Şamê û opozisyon sedemên dagirkirina Sûriyê ne.

Elî bi bîr xist ku hikumeta Şamê ti helwesteke fermî nîşan nedaye û bangeke fermî ji Konseya Ewlekariyê ya NY re ranekiriye, da ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve.

Ewas Elî da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk li xaka Sûriyê ne rewa ye, lê dagirkirina wê, di bingehê de xwe dispêre erêkirina hikumeta Şamê û peymaneke veşartî.

Back to top button