
Careke din bidarvekirin û dîsa li Îranê..
Rêxistina Mafê Mirovan a Ehwazê ragihand ku 3 girtiyên siyasî hatine bidarvekirin û girtiyek jî bi êşkenceyê hatiye kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Ehwaz, bi daxuyaniyekê ragihand “Duh 3 girtiyên siyasî yên Ereb Casim Heyderî, Hisên Sîlawî û Elî Xesrecî li girtîgeha Spîdar ya Ehwazê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.”
Rêxistinê da zanîn ku ev kes bi sûcê alîkariya komên dijberê desthilatê û li dijî hikumetê çek rakirine, hatine bidarvekirin.
Her wiha Rêxistinê eşkere kir “Girtiyê siyasî Nasir Xefacyan jî ku sala borî hatibû girtin, bi êşkenceya hêzên rejîma Îranê; jiyana xwe ji dest daye.”
Ragihandina rejîma Îranê, ev kes weke kesên di sala 2018’an de êrîşî navendeke polîsan a Ehwazê kiribûn, nîşan da.