Nuqteyên hikumeta Şamê yên li derdora embarên Şergirak hatin topbarankirin

Li navçeya Eyn Îsayê dîsa şer e û vê sibehê di navbera hêzên hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker de, şerekî giran rû da. 

Di seatên vê sibehê de, dagirkeriya Tirkiyê careke din navçeya Eyn Îsayê kir armanc û vê carê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê da ber topan.

Dagirkeran nuqteyên hikumeta Şamê yên li derdorê ambarên gundê Şergirak yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de şerekî dijwar navbera herdu aliyan de rû da.

Back to top button