PDK’Ê NEHIŞT ŞANDEYA KNK’Ê DERBASÎ ROJAVA BIBE

Ji despêka sala 2019’an ve KNK a şaxa Rojava ji bo avakirina yekrêziya Kurdî li Rojava bi hemû partiyan re ketiye nava têkliyan.
Divê çarçoveyê de şandeya KNK’ê ya di xwest li rojava çend serdanan bike ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku navenda wê li Brukselê ye, berî çend rojan partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li hev kom kiribû.

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd, endamên KNK’ê Ehmed Karamus û Êrîş Elî-zadeh di çarçoveya vê xebatê de xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Şandeya KNK’ê ya ku ji Ewropa hatiye li Hewlêrê serî li rayedaran dan û xwestin destûrê bidin ku derbasî Rojava bibin.

Hate ragihandin ku tevî hemû hewldanan rayedarên PDK’ê destûr nedane.

Tê payin ku şandeya KNK’ê li ser vê astengiyê daxuyaniyekê bide.

Leave a Reply

Back to top button