Rêveberiya Bendavên Firatê: Divê civaka navdewletî bilive ji ber bobelateke mirovî rû dide

Dagirkeriya Tirk bi zanebûn rêjeya ava Çemê Firatê kêm dike, Rêveberiya Bendavên Firatê bi daxuyaniyekê hişiyariya rûdana bobelateka mirovî da.

Li ser kêmkirina ava Çemê Firatê, Rêveberiya Bendavên Firatê daxuyaniyek da çapemniyê û destnîşan kir ku eger rewş wiha dewam bike, wê saetên kehrebê kêmtir bibin û tenê 6 saetan kehrebê bê dayîn.

Rêveberiya Bendavan da xuyakirin ku qutkirina Tirkiyê ya avê qanûnên navnetewî binpê dike û ew bi sûcekî şer bi nav kir.

Rêveberiya Bendavên Firatê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo vê mijarê demildest bilive, ji ber bobelateke mirovî rû dide.

https://youtu.be/0ha0aq6mesY

Back to top button