NY: Birîna alîkariyê; tê wateya ferzkirina mirinê

Li ser negihandina alîkariya mirovî û kêmkirina wê li ser Yemenê, NY hişyarî da ku “Ev tê wateya ferzkirina mirinê li ser Yemeniyan.” 

Li dijî qeyrana birçîbûnê ya li Yemenê bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres konferansek hate lidarxistin.

Piştî konferansê; Guterres daxuyanî da û diyar kir ku welatên beşdar, tenê soza alîkariya bi qasî 1.7 milyar dolarî da.

Ev yek li gorî alîkariya salên 2019 û 2020 gelekî kêm e.

Li gorî NY, ji bo têkoşîna li dijî metirsiya xelayê, pêwîst e heta dawiya salê, herî kêm 3 milyar û 850 milyon dolar alîkarî werin dayîn.

Guterres bang li aliyên şer jî kir ku “Li Yemenê çareseriyek bi rêya leşkerî tune ye .”

Ji 2014’an ve; li Yemenê şerê navxweyî diqewime û niha pêwîstiya 16 milyon kesî bi alîkariyê heye.

Back to top button