Têkildarî rewşa Kampên li herêmên Rêveberiya Xweser, Buroya Têkiliyên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên NY kir ku destekê bide wan.
Buroyê bi bîr xist, Kampa Holê ya ku tevî malbatên DAIŞ’ê, zêdeyî 60 hezar koçber û penaber dihewîne, Şemiya borî jinekê tevî 3 zarokan ji ber şewatekê jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.
Buroyê da xuyakirin ku ew li gorî derfetên xwe destekê didin wan, lê ji ber alîkariyên ku tên herêmê û bi destê hikûmeta Şamê tên belavkirin, ti alîkarî nayên kampên herêmê.
Ji ber vê yekê, Buroya Têkiliyên Koçber û Penaberan bang li Rêxistinên Mafên Mirovan ên NY kir ku dest bi xebatên peydakirina alîkariya ji bo kampên li herêmên Rêveberiya Xweser bikin.