Mîthat Sancar: Êrîşên piralî yên li ser HDP’ê wê bê encam bimînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişande li ser êrîşên li dijî partiya xwe û diyar kir ku, êrişên piralî tên meşandin wê bê encam bimînin. Sancar got, “Armanca wan Tirkiye û siyaseteke bêyî HDP’ê û jiyanek ku Kurd bi nasnameya xwe lê nayên temsîlkirin e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar destpêkê bal kişande li ser kampanya îmzeyan a ji bo zimanê Kurdî ku dane destpêkirin û diyar kir divê Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdeyê.

Sancar bang li her kesî kir ku piştgiriya vê kampanyayê bikin.

Mîthat Sancar bal kişande li ser êrîş û zextên li dijî HDP’ê û destnîşan kir ku ev êrişên piralî tên meşandin wê bê encam bimînin.

Sancar wiha dewam kir,

“Hewl didin ku HDP’ê ji derveyî siyasetê bihêlin. Armanca wan Tirkiyeke bêyî HDP’ê, siyaseteke bêyî HDP’ê û jiyaneke ku Kurd bi nasnameya xwe lê nayên temsîlkirin e. Lê belê HDP wê li pêşiya van planên wan ên siyasî her tim mîna kelehekê bisekine.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku ew ê guh nedin gef û propagandayên reşkirinê û da zanîn meşa HDP’ê wê dewam bike.

Sancar got,

“Ev kampanya, ev êriş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Êrişên li dijî HDP’ê êrişên li dijî hêvî û armancê ye. Lewma divê alîgirên demokrasî û edaletê bibin yek.”

Mîthat Sancar diyar kir ji bo ku AKP li ser desthilatê bimîne êrîş dike û da zanîn bi têkoşîna HDP’ê wê biharê bînin welat.

Back to top button