Ronahî Serhed: 8’ê Adara 2021 wê bibe qada têkoşîna radîkal

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed diyar kir ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya jinê kirin û vir ve her 8’ê Adarê kirine bingeha têkoşînê. Ronahî Serhed got, “Em sala 2021’ê weke sala jinan pêşwazî dikin. 8’ê Adarê ya 2021’ê wê bibe sedema têkoşîneke radîkal.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û diyar kir ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya kirin, 8’ê Adarê bûye mîladeke têkoşînê.

Ronahî Serhat got:

Gerîlayên jin ên li çiyê, deşt û bajaran, yekîneyên çekdarî yên jinan temînata azadiyê ne.

Tecrûbeya YJA Starê ya li çiyayên Kurdistanê, bi dersên xwe yên mezin ji niha ve mohra xwe li dîrokê xistiye. Li Rojava rêxistinbûna xweparastina jinê ya YPJ’ê, bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji tevahiya cîhanê re.
Wekî din li Şengalê yekîneyên YJŞ’ê, li Rojhilat HPJ hene. Ev ne tenê destketiyên jinên Kurd e. Divê jin hemû xwedî li wan derkevin.”

Ronahî Serhed: Dikarin dest ji her tiştî berdin, lê nikarin dest ji xweparastinê berdin

Ronahî Serhat destnîşan kir ku li her welatî li nava her civakê jin bi heman gef û metirsiyan re rû bi rû ne û wiha lê zêde kir:

Divê jin teqez li hev kom bibin û yekîneyên xweparastinê ava bikin. Sîstema kapîtalîst ku jinê weke hêzeke reklam, fûhûş û keda bi erzanî bi kar tîne, bi vî rengî sistemeke li dijî jin, civak û mirovahiyê pêş dixin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat herî dawî ev tişt anî ziman:

Sekn, ruh û xeta têkoşînê ya sala 2021’ê ji aliyê 15 hevrêyên me yên leheng ve hate diyarkirin ku li Garê destan nivîsandin.

Jin û ciwan ku hêza guherîna civakî û hêza şoreşê ye, divê civakê rakin ser piyan. Dem dema azadiyê ye. 8’ê Adarê ya 2021’ê wê bibe qada têkoşîneke radîkal û dewlemend ku teqez bi ser bikeve.

Back to top button