Swêd..Parlamenter Anders Osterberg derbarê helwestên dijî Kurdan bertek nîşan da

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterberg helwesta xirab a polîsên Swêd a li dijî Kurdan anî rojeva parlamentoyê.

Ji ber helwesta xirab a polîsên Swêd û Bûroya Koçberan a Swêd a li dijî Kurdan, ji hevkarê mezin ê hikûmetê Partiya Karker a Demoratên Sosyal, parlamenter Anders Osterberg helwest nîşan da.

Anders Osterberg ji Wezîrê Koçberiyê û Dadê Morgan Johanson pirsî ji bo ku aktivîstên siyasî û mirovên ji rêzê neyên dersînorkirin ew li ser tevdîrên çawa difikirin.

Osterbert got ew li dij radibin ku Polîsên Ewlehiyê yên Swêd neheqiyê li Kurdan bikin, ji bo vê pirsnameyeke niviskî dane.

Tê payin ku meha pêşiya me Wezareta Koçberî û Dadê bersivê bide.

Parlamenter Anders Osterberg got:

“Di çapemeniya Tirkî de tê gotin ku Swêd ji bo ku ‘terorîstên Kurd’ teslîmî Tirkiyê bikin bi Tirkiyê re li hev kirine.

Nûçeyên wiha jî bi me re fikaran çêdikin.”

Back to top button