Li Amed û Wanê endamên HDP’ê hatin girtin

Li bajarê Agirî û Amedê endamên HDP’ê hatin giritin.

Her wiha dozgeriya Tirk bi îdaya endamê rêxistinêye 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Xatûn Yildiz birî.

Deweta Tirk li Hevseroka Bazidê ya HDP’ê Gonul Ozturk û rêvebera Rêxistina Bajêr a Agirî ya HDP’ê Hemîde Turan binçav kir.

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Mêrsînê, bi daxuyaniyekê êrişên li ser partiya xwe şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ewê têkoşîna kesên hatine binçavkirin bidomînin.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û rayedarên desthilatê hema bêje her roj bang li darazê dikin ku HDP’ê bigrin.

serokê MHP’Ê yê nijadperes Devlet Bahçelî îro di komcivîna li Meclîsê de bang li darazê kiribû ku derbarê HDP’ê de lêpirsîn were destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Enqerê piştî vê yekê derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin.

Sefirê Awustralyayê Inne-Brown serdana HDP’ê kir

Sefirê Avûstralyayê yê Tirkiyeyê Marc Innes-Brown, serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê kir. Hevdîtina Innes-Brown û HDP’iyan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Back to top button