Parlementoya Iraqê sûcên li dijî Êzidiyan weke qirkirin qebûl kir

Parlamentoya Iraqê, sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên êzidî û kêmneteweyên olî weke qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê qebûl kir.

Parlamentoya Iraqê, duh li hev civiya û pêşniyarqanûna ku ji bo qebûlkirina sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên êzidî û kêmneteweyên olî weke qirkirineke komî û sûcên li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, pêşkêşî wê hatibû kirin, qebûl kir. Li gorî qanûnê; wê tazmînat ji jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û hatine rizgakirin re bê dayîn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twîtera xwe daxuyanî da û got; “Derxistina qanûna ji bo jinên Êzidî yên rizgarbûyî û jinên din ên Iraqê, pêngava yekem ya ber bi dadgeriyê ye. Wê hikumet ji bo bicihanîna pêşniyarqanûnê û pêşwazîkirina jiyanek bi rûmet ya ji bo hemû kesên hatîn rizgarkirin û ji bo kesên din yên dîl hatine girtin û avakirina herêmê, di nava hewldanan de be.”

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser pejirandina biryarê got; “Pejirandina yasaya Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de hatine rizgarkirin, ji bo Şengalê alîkariye.”

Back to top button