170 endamên Meclisa Nûneran ya DYA banga pêkanîna zextên li ser Tirkiyê kirin

Nerazîbûnên li dijî êrîşên faşîzma AKP’ê ya li ser HDP’ê zêde dibin
170 parlamenterên Meclisa Nûneran ya DYA li dijî hewildanên Erdogan yên bêdengkirina mixalîfê bertek nîşanan dan û ji rêveberiya Biden xwest ku bêdeng nemîne.
Parlementerên Partiya Demokrat û Komarparêz yên di nava wan de alîzî heyî li ser pêkanîna zextan li dijî Tirkiyê xwedî heman fikirin.
Ji ber vê yekê nameyek ji Wezîrê Karê Derve Antony Blinken re şandin û xwestin zextan li ser Enqerê pêk bîne.

Polîtîkayên faşîzma AKP’ê yên li dijî mixalîfên tirkiye û taybet Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di qada naventewî de rastî bertekan tê.

Bertek ji aliyê din yê cihanê ji DYA derket.

Tevî nakokiyên navbera Partiya Demokrat û Partiya Komarparêzan de jî lê aliyan di mijara pêkanîna zextan li ser Tirikiyê de xwedî heman fikî ne.

170 parlamenterên Demokrat û Komarparêzan yên di Meclisa Nûneran de ji ber zextên faşîzma AKP’ê ya li ser mixalîfan nameyek ji Wezîrê Karê Derve Antony Blinken re nivîsand.

Nameya ku parlamenteran 26 Sibatê nivîsandî doh ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Di nameyê de pêşniyarên ji bo polîtîkayên rêveberiya Joe Biden ya bi Tirkiyê re jî hatine kirin.

Parlementeran îşaret bi derxistina astengiyên serokomarê Tirkiye Erdogan yên di polîtîkaya bi Waşîngtonê re kirin.

Di nameyê de parlementeran fikarên xwe yên li ser “ji ber binpêkirinên mafê mirovan, bêhêzbûna dozgeriyê û zextên li ser mixalîfê” aniye ziman.

Di nava kesên name şandîn de, Serokê Komisyona Karê derve yê Demokratan di Meclisa Nûneran de Gregory Meeks û berpirsê bilind yê ji Komarparêzan Mike McCaul jî hene.

09’ê Sibatê jî 54 Senatorên ji partiya Komarparêz û Demoktaran ji bo serok Joe Biden nameyek şandibûn û jê daxwaz kiribûn ku ji bo parastina mafê mirovan li Tirkiyê zextê li rejîma Erdogan bike.

Serokomarê Tirkiye Erdogan her çiqasî di axaftina xwe ya 20’ê Sibatê de daxwaza xurtkirina hevakariya xwe ya bi DYA re kiribe jî lê xurtkirina têkliyên xwe yên bi Rûsyare jî didomîne.

Mijara hevkariya DYA ya li Sûriyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û kirîna Tirkiye ya pergala Parasntinê S-400’ên Rûsya weke xalên herî binakok yên navbera aliyan de têne dîtin.

Back to top button