Li Efrîna dagirkirî, artêşa dagirker û çeteyên wê sivîlekî din revand

Li Efrîna dagirkirî, artêşa dagirker û çeteyên wê sivîlekî din revand.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî di bîlancoya meha Sibatê de eşkere kir ku li herêmên dagirkirî, 12 kes hatin kuştin û 43 sivîl jî hatin revandin. FILM

Bi nêzikbûna salvegera 3. a dagirkirina Efrînê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane li dijî sivîlan didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Remo yê ji bajarê Efrînê revand.

26’ê Sibata derbazbûyî, çeteyan ew sivîl li ser bendeke kontrolê revand, heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

SOHR: Sibatê 12 kes hatin kuştin 43 jî hatin revandin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên di meha Sibatê de pêk anîne, eşkere kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku bi dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê hêrêmên Sûrî, rojane sûc, hedefgirtin û teqîn pêk tên.

Li gorî Çavdêriyê, sûcên dagirkeran di maha Sibatê derbasbûyî de de wiha ne:

Di encama teqîn û hedefgirtina kesan de di nav de 2 jin, 12 kes hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriyê, sûcên revandin, desteserkirina mal û milkên sivîlan û qirkirina mîrasa şaristaniya herêmê bi taybetî herêma Efrînê, belge kirin.

Meha derbas bûyî, Li Efrînê çeteyan di nav de 9 jin 43 sivîl revandin, ji wan 11 sivîl hatin berdan û çarenûsa 32 sivîlan ne diyar e.

Çeteyan zêdetirî 50 malên sivîlên Efrînê, desteser kirin.

Çeteyan bi zanabûn 3 girên dîrokî yên gundê Hec Hesna yê Cindirêsê kolandin.

Derdora Qada Roman a keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şeran çeteyan carek din kolandin.

Her weha çetayan li gundên Mîdan Ekbes, Xirab Slok û Sûrkê yên navçeya Raco heşîş çand.

Back to top button