Li Idlibê, her ku diçe, dagirkeriya Tirkiyê hewl dide ku herêmê hîna bêhtir di nava tiliyên xwe de asê bike û rojane hêz û çekên xwe, lê bi cih dike.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragihand ku di seatên şeva roja Sêşemê de, artêşa Tirkiyaya dagirker 20 maşîneyên leşkerî û alavên lojistîk ji deriyê Kefer Losîn derbasî Idlibê kirin.
Ji destpêka Sibata par û heta niha, Çavdêriya Sûrî bicihkirina 11 hezar û 835 maşîne û zêdeyî 12 hezar leşkerî belge kiriye.