3 Rêxistinan gilînameyek li ser “sûcên dermirovî” pêşkêşî dadgeha Parîsê kir

3 Rêxistinên nehikûmî li ser bikaranîna hikûmeta Şamê bo çekên kîmyewî li dijî gelê Sûriyê, gilînameyek pêşkêşî dadgeha Parîsê kiriye. Rêxistina “Arşîva Sûriyê” diyar kir ku li gel wan gelek belge hene ku berpirsên êrîşa kîmyewî ya li ser Dûma û Xûtayê, destnîşan dikin.

Hikûmeta Şamê ji destpêka aloziyê ve, li şûna parastin û pêkanîna daxwaziyan, serî li çewisandin û rijandina xwîna welatiyan da.

Hikûmeta Şamê li dijî gelê Sûriyê tevî top û tank û her cure çekan, gelek caran li gelek cihan, kîmyewî jî bi ser sivîlên bêsûc de barandiye.

“Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirandinê”, “Dadmendiya Civaka Biservebûyî” û “Arşîva Sûrî” ku weke rêxistinên nehikûmî tên naskirin, ragihand ku wan li dadgeha Parîsê gilîname der barê “sûcên dijmirovî” yên rejîma Beşar El-Esed de pêşkêş kiriye, da li ser êrîşên bi gaza Sarînê yên ku Tebaxa 2013’an li bajarokê Dûma û Xûtaya rojhilatî yên Şamê pêk anîbû, lêpirsînê bikin.

Li gorî NY, di êrîşa kîmyewî de bêtirî 1400 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Rêveberê rêxistina “Arşîva Sûriyê” Hadî El-Xetîb da xuyakirin ku rejîma Sûrî der barê berhemandina çekên kîmyewî û bikaranîn û depokirina wan de, nezelalmend bû, lewre divê were sizakirin.

Hadî El-Xetîb got:

“Me gelek belge kom kirine ku berpirsên êrîşa li ser Dûma û Xûtayê destnîşan dikin.”

Rêveberê “Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirandinê” Mazin Derwîş jî ji aliyê xwe ve bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke taybet bo darizandina sûckeran, ava bike.

Her sê rêxistinên navborî, par jî ji bo lêpirsîna li ser êrîşên 2013’an, her wiha êrîşa 2017’an a kîmyewî ya li ser Xan Şêxûnê, gilînameyek pêşkêşî nivîsgeha serdozgerê giştî ya federal a Almanyayê kiribû.

Di gilînameya nû ya îsal de, li ser navê parêzerê rêxistina “Dadmendiya Civaka Biservebûyî” Steve Costas hate gotin:

“Em ji dadwerê lêpirsînê yê Fransî dixwazin ku lêpirsînên koordînekirî digel serdozgerê giştî yê federal ê Almanyayê bikin.”

Piştî êrîşa 2013’an, hikûmeta Şamê soz dabû ku çekên xwe yên kîmyewî tune bike, lê belê rêxistinên navborî sala 2020’an bi raporekê eşkere kir ku bernameya Sûriyê kîmyewî, hê jî çalak e û desthilatên Sûriyê hin fêlan bo xapandina “Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî” bi kar tîne.

https://youtu.be/eIoHmymH6TU

Back to top button