Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, dagirkeriya xwe mayînde dike

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî roj bi roj gavên mayîndekirina dagirkeriya xwe davêje.

Meclisa qaşo herêmî ya Girê Spî ya dagirkeriya Tirkiyê, girêbestek bi şîrketa Tirkî (AK Energy) ya kehrebeyê re îmze kir.

Dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku bi armanca ronîkirina Girê Spî û Serê Kaniyê vê peymanê pêk tînin.

Şirketa AK yekser girêdayî Erdogan e, ev şirket li Bakurê Kurdistanê jî hemû karên derqanûnî û qirêj dike.

Ji bilî postexane, vekirina dibistan û zanîngehên Tirkî li herêmên dagirkirî, pereyên Tirkî jî ferz kir û niha kehrebê dide van deveran.

Ev hemû gav jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk êdî van deveran weke axa xwe dibîne.

Ya balkêş ew e desthilata Şamê li hember van hemû kirinan bûdeng e, lê şêniyên herêmê nerehetiya xwe ji vê yekê tînin zimên û vê projeya nû bi ya mitirsîdar bi nav dikin.

Back to top button