Di doza bangkirina Hakan Fîdan ji bo dadgehê de 10 kes hatin cezakirin

Di dema serokwezîrtiyê ya Erdogan de heyetek di bin serokatiya serokê MÎT’ê Hakan Fîdan bi PKK’ê re hevdîtinên Osloyê kirin.
Ji ber vê yekê di doza bangkirina Hakan Fîdan ji bo dadgehê de li deh kesan cezayê heta hetayê hat birîn.

Di dema serokwezîrtiyê ya Erdogan de sala 2009’an di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de hevdîtinên Osloyê pêk hatin.

Serokê MÎT a Tirk Hakan Fîdan jî weke nûnerekî taybet yê Erdogan tevlî hevdîtinan dibû.

7’ê Sibata 2012’an Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Sedredîn Sarîkaya weke gumanbar bang li Şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan, Şêwirmendê berê yê MÎT’ê Emre Taner, Alîkarê Şêwirmendê MÎT’ê yê berê Afet Guneş kir.

8’ê Sibatê jî 22 kesan derbarê Erdogan û wezîfedarên MÎT’ê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê doz vekirin.

17’ê Sibatê bi qanûna MÎT’ê a ku di meclîsê re hat derbas kirin îfade dayîna Fîdan hat astengkirin.

Derbarê mijarê de Erdogan di 12’ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kir ku derbarê mijara pirsgirêka Kurd de wî Hakan Fîdan wezîfedar kiriye û got, “Min ew şand Osloyê û Îmraliyê.”

Di doza bangkirina Hakan Fîdan a 7’ê Sibata 2012’an ji bo dadgehê de bîryar derket.

Di rûniştina bîryarê a doza li Dadgeha Cezayê Giran a 23. a li Stenbolê de bi sedema ku xwestine hikumeta Tirkiyê ji holê rakin cezayê heta hetayê li 10 kesan hate birîn.

Back to top button