Rêveberiya kampa Holê sedemên şewatê eşkere kirin

Berî çend rojan li Kampa Holê şewata derket.
Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya kampa Holê sedemên derketina şewatê eşkere kirin û banga girtina tedbîran kir.

Di demên dawî de, bûyerên kuştin û şewatê li kampa Holê zêde bûne.

27’ê Sibatê, li kampa Holê şewat derket bi dehan konên penaberan şewitîn.

Derbarê bûyera şewatê de îro rêveberiya kampa Holê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên windayan û şîfa ji birîndaran re hat xwestin û weha hate gotin:

27’ê meha borî, sobeyek teqiya û agir bi kampê ket. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 36 kesên din jî birîndar bûn.

4 sedemên bingehîn hene ku divê bên çareserkirin, da ku rê li ber van buyeran were girtin:

1- Rêbazeke germkirinê ya guncav divê were bi pêşxistin.

2- Mekanîzmayeke serkeftî ya ku şewatan bi lez vedimirîne, bibînin.

3- Navbereke guncav di navbera konan de were hiştin da ku agir bi konên li rex hev nekeve.

4- Beşên taybet ji bo kesên şewitî di hundir û derveyî kampê de werin amadekirin, ji ber ku nexweşxaneyên bi rêxistinên tenduristiya cîhanî û rêxistinên navneteweyî re li hev kirine.

Di dawiyê hat diyar kirin ku pêwîste ev bûyer bibe nuqteya guhartinê da ku tedbîrên heyî bi pêş bixin û rê li ber bûyerên wiha bigirin.

Back to top button