Erebîstana Siûdî: Tirkiye ji bo piştevaniya terorê li Afrîka ye

Dewleta Tirk di nava salên dawiyê de, çavê xwe berdaye Afrîkayê.
Wezîrekî Siûdî diyar kir ku armanca hebûna dewleta Tirk li Afrîkayê piştgiriya ji bo terorê ye.

Wezîrê Siûdî yê Karûbarên Dewletên Afrîqiyayê Ehmed Qetan di bernameyê Fî El-Sora (Di wêne de) a kenala Rotana Xelîciye de, behsa hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê kir.

Li ser pirsa Tirkiye bi lihevkirinek bi El-Beşîr re ku der barê Sewakin a Sûdanê çêkirî re çi dixwaze Ehmed Qetan, wiha got:

Cihê lingê xwe di Deryaya Sor de danî.

Qetan lihevkirina di navbera El-Beşîr û dewleta Tirk bi xeterî binav kir.

Qetan anî ziman ku Sûdan dixwaze niha nêzî welatên Ereb bibe.

Wezîrê Siûdî yê Karûbarên Dewletên Afrîqiyayê diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk li herêmê piştevaniya bo teror û keysbaziya li herêmê ye.

Back to top button