BERXWEDANA NASIR YAGIZ DI ROJA 114’AN DE YE

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirna tecrîda li ser Rêber Ocalan li başurê Kurdistanê didomin.
Berxwedana Nasir Yagiz di roja 114’an û ya Fedîla Tok jî di roja 54’an de ye.
Tevî rewşa çalakgeran girane jî lê dîsa bi israr in ku çalakiya xwe bidomînin.

Berxwedana Endamê Nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 114’an de ye.

Yagiz her ku diçe rewşa wî ya tendurstiyê giran dibe.

Tevî vê yekê jî bi israre ku çalakiya xwe bidomîne.

Her wiha berxwedana Endama Meclisa Iştar a Mexmûrê Fedîla Tok jî di roja 54’an de ye.

HERÊM MEHMÛD ÇALAKIYA XWE DI ROJA 19’AN DE DIDOMÎNE

Her wiha çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd ku li navçeya Kelar a Germiyanê ye di roja 19’an de ye.

Her çiqas Herêm Mehmûd zêdetirî 6 kîlo kêmkiriye, lê moralê wî bilinde.

Herêm Mehmud têkildarî çalakiya xwe dibêje:

“Tenê çavên min û lingên min hinek êş dide.

Îradeya min xurte, ezê berdewam bikim.”

Leave a Reply

Back to top button