Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê banga bilindkirina têkoşînê kir

Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê banga bilindkirina têkoşînê ji bo sekna li hember zilm û faşîzmê kir.

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, jin di nava çalakiyan de ne.

Bi vê boneyê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da, tekezî li ser girîngiya avakirina civakeke biedalet û wekhev kir û weha got:

Weke Kongreya Star û bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” salvegera 64’an, roja Jinan a Cîhanî pêşwazî û pîroz dikin.

Em rojane bi hemû hêz, ked û hevgirtina xwe hewl didin civakeke ku azadiya jinan û mêran tê de hebe, ava bikin.

Koordînasyonê dawiyê banga bilindkirina têkoşînê kir, da ku dengê jina azad bilid bibe û li hember hemû cûreyên zilm û faşîst bisekinin.

Kongra Star li Qamişlo bi karwanekî erebeyan çalakiyek li dar xist

Li aliyê din Kongreya Star a bajarê Qamişloji bo pîrozkirina 8’ê Adarê bi karwanekî erebeyan çalakiyek li dar xist.

Her wiha serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

Back to top button