Çeteyan miqdareke pere ji şêniyekî li bajarokê Hemam yê Girê Spî dizîn

Çavkaniyekî tayîbet ji kantona Girê Spî yê dagirkirî daxuyand ku çeteyên dewleta Tirk miqdareke pere ji mala şêniyekî dizî.

Li gorî çavkanî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya keşfkirina malê bi ser mala şêniyê bi navê Ezam Abdulqadir Îbrahîm de bajarokê Hemam Tirkmen e girtin,.

Piştre hat eşkerekirin ku çeteyan 50 milyon lîreya Sûriyê ku Îbrahîm ji berhemên xwe ya pembo bi dest xistibû dizîn. Îbrahîm dixwaze bi wî pereyî mala xwe ava çêke.

Her wiha li gorî heman Çavkanî da zanîn ku heta niha tu sedemên keşfkirina mala Ezam nehatine zanîn.

Back to top button