QSD: Penaberkî Iraqî yê 18 salî li Kampa Holê kuştî hat dîtin

Li Kampa Holê, qurbanên neqebûlkirina idolejiya tundrew dem bi dem bi awayekî hovane tên armanckirin û herî dawî ciwanekî Iraqî yê 18 salî hat kuştin. Li gorî bîlançoyên rêveberiya Kampê, ji destpêka vê salê û heta niha 31 kes li Kampê hatine kuştin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku sibeha Çarşemê, termê penaberekî Iraqî ku temenê wî 18 salî û bi gelek gule di serî, sîng û zikê xwe de xwaribûn li Kampa Holê kuştî hat dîtin.

QSD’ê diyar kir ku ev kuştina 3mîn e di vê mehê de pêk tê û tiliya DAIŞê di wan de hene.

“Ji destbêka vê salê ve 31 kes hatine kuştin”

Berpirsê Buroya Têkiliyên Kampa Holê Cabir Şêx Mistefa ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP re diyar kir ku ji destpêka vê salê de, 31 kes him bi gule û him bi alavên tûj hatine kuştin û piraniya wan jî penaberên Iraqî ne.

2 parlamenterên Fransî idia kir ku ew nekarî derbasî kampê bibin

Li aliyeke din jî, 2 perlementerên Fransî yên bi navê idîa kir ku Duşema borî desthilatên kampê nehiştiye ku ew ji bo şopandina rewşê, derbasî kampê bibin.

Herdu parlementeran sedema vê nehiştin li hikumeta Fransî bixwe vegerand.

Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, derdora 60 hezar penaber û koçber lê dimînin, ji wan 80 jin û 200 zarokên Fransî yên malbatên DAIŞê hene.

Back to top button