Li Selahedînê, ji ber teqîna bombeyekê çekdarekî Heşda Şebî hat kuştin

Li ser sînorê navçeya Xurmato ya bi ser parêzgeha Selahedînê ve, di encama teqîna bombeyekê de, çekdarekî Heşda Şebî hat kuştin. 

Li navçeya Xurmato ya Selahedînê bombeyek ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû danîn, bi koma hêzên lîwaya 52 ya Heşda Şebî ve, teqiya.

Ev bûyer di navbera gundê Bîr Ehmed û Yengîce, dema ku çekdaran operasyonên paqijkirinê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tanîn, rû da û tê de, çekdarek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button