
Parlamanterekî Katalanî, siyaseta derve ya Ewropa ya têkildarî sûcên dewleta Tirk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî rexne kir.
Parlamanter û berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya “Bi hev re ji bo Katalonyayê” Fransxesc de Dalmas got:
“Nebûna siyaseteke derve ya YE, ku xwe bispêre rêgezên demokrasiyê û geşkirina mafên mirovan, bandoreke neyênî li sûcên dewleta Tirk ên li herêmê pêk tîne, dike.”
De Dalmas anî ziman ku hikumeta Katalonyayê her û her tunekirina demokratiya Tirkî şermezar dike, her wiha parastina tevgerên Kurdî jî dewam dike.
Parlamenterê Katalanî destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê, xwedî derfet û zanîn e û dikare li herêmê bibe minareya demokrasî û mafên mirovan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, parlamanterê Katalonî 2015’an serdana herêmê kir û bi çavên xwe pêşketin û êrîşên li ser herêmê berdewam dît.