Hêvîn Şêxo: Kêmkirina ava Firatê wê bandoreke neyînî li herêmê bike

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Jîngeh û Herêmî ya Rêveberiya Xweser Hêvîn Şêxo derbarê kêmkirina ava çemê Firatê de diyar kir dewleta Tirk avê weke zextekê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bikartîne.
Hêvîn bang li sazî û dezgehên navnetewî yên mafên mirovan kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Dewleta Tirk çemê Firatê wek çek li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Ev yek dê bibe sedem ku kerasetên hawîrdorê rû bidin û hilberîna çandiniyê bi xetereyê re rû bi rû dihêle.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser Hêvîn Şêxo diyar kir ku qutkirina avê rasterast bandorê li hawîrdora herêmê kiriye.

Hêvîn Şêxo got:

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, gelek pirsgirêkên hawîrdorê li ser beravên çem çêbûne û av qirêjî bûye.

Di encamê de gelek nexweşî belav bûne, di nav de laşmanye. Herêmên ku herî zêde zirar dîtiye, Kobanê û Dêra Zor in.

Hêvîn Şêxo: Dagirkeriya Tirk avê wek çekekê li dijî herêmê bi kar tîne

Hêvîn destnîşan kir ku qutkirina avê bandur li ser berhemên çandiniyê jî kir û wiha anî ziman:

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê dê gelek projeyên hawîrdorê ku her sal ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kirin, mîna çandina daran û projeyên din, rawestîne.

Dewleta Tirk avê weke kaxizek zextê li ser Rêveberiya Xweser bi kar tîne, armanc jê bandorê li şêniyê herêmê bike.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê Hêvîn Şêxo herî dawî bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku zextê li dewleta dagirker a Tirk bikin da ku mîna van sûcan li dijî gelê herêmê rawestîne.”

Back to top button