Elî Kerîmî: Armanca serdana Herîrî ya li Hewlêrê tunekirina destketiyên şoreşa Rojava ye

Siyasetmedar Elî Kerîmî jî diyar kir ku armanca serdana serçete Herîrî ya li Hewlêrê ji bo têkbirina destketiyên şoreşa Rojava ye.

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî jî têkildarî serdana ”Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrîya” ji Hewlêrê re, ji ajnasa Rojnews’ê re axivî.

Kerîmî diyar kir ev ne cara yekem e ku şandeyên wiha nekêrhatî û bi kîn tên Hewlêrê û wê ne cara dawî be.

Elî Kerîmî destnîşan kir ku ew tu car nebûne dostê doza Kurd û timî cihê wan di bin konê eşîra Barzanî de heye.

Kerîmî da xuyakirin ku armanca wan ji vê serdanê tunekirina ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û da zanîn ev yek jî bi hîle û pîlana dewleta Tirk pêk tê.

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî wiha got:

“Ev kes tevlî şerê li Efrînê, Serêkaniyê û Girêspî bûn. Ji bo dagirkirina van bajaran piştgirî û hevkarên dewleta Tirk bûn. Dostên osmaniyan bûn, li Hewlêrê jî tên li gel waliyê Osmaniyan ku Mesûd Barzanî ye rûdinên.”

Back to top button