Li Helebê serdana serçete Nesir El-Herîrî bo Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê serdana serçeteyê Îtîlafê Nesir El-Herîrî bo Başûrê Kurdistanê şermezar kir û gotin: “Ew mafên herî sereke yên gelê Kurd jî qebûl nakin, kesên wiha çawa tên pêşwazîkirin?”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî serdana serçeteyê Îtîlafê Nesir El-Herîrî bo Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got:

“Ew mafên herî sereke yên gelê Kurd jî qebûl nakin, kesên wiha çawa tên pêşwazîkirin?

Em ê li hemberî hemû komployên ku projeya neteweya demokratîk hedef digirin, bisekinin.”

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşokanî serdan şermezar kir

Koçberên Serêkaniyê yên di kampa Waşokanî de jî daxuyaniyek da û serdan şermezar kir.

Hate destnîşnakirin ku serdana Nesir El-Herîrî tê wateya pêkanîna planên dewleta Tirk derbarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û xizmeta berjdewendiyên dewleta Tirk li herêmê.

Back to top button