Li rojhilatê Idlibê, Hêzên hikumeta Şamê derdora cihekî çavdêriyê ya artêşa Tirk a dagirker, topbaran kir.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, serê vê sibê hêzên hikumeta Şamê bi moşekan gundê Afis ê rojhilatê Idlibê ku cihekî çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker lê heye, topbaran kir.
Hêzên hikumeta Şamê şeva derbasbûyî jî, gundên Fitîra, Kansefra, derdora El-Bar, Filêfil û Benîn ên başûrê Idlibê topbaran kirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker derdora eniyên şer ên başûr û rojhilatê Idlibê topbaran kirin.