NY komek ji bo şopandin û piştavaniya agerbesta li Lîbya şand herêmê

NY ji bo şopandin û piştevaniya bi agirbesta li Lîbyayê re komke biçûk li herêmê bicih kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser rewşa Lîbya agahî da.

Stephane Dujarric diyar kir ku wan komek ji bo şopandin û piştevaniya bi agirbesta li Lîbyayê re şandine herêmê.

Ev kom wê li gel Komisyona Leşkerî ya hevbeş kar bike.

Dujarric, li ser jimara koma ku ji bo welat hatî şandin agahî parve nekir.

Beriya niha NY ragihandibû ku ji bo şopandina agirbestê ewê komeke ji şopînerên navnetewî li herêmê bicih bikin.

Komîteya Hevbeş ya Leşkerî ya Lîbya ji NY daxwaza şandina komek bêçek û cilên leşkerî ya ji bo şopandina agirbesta li herêmê kiribû.

Her wiha komiteyê ji NY daxwaz kiribû ku hêzên biyanî yên li welat di zutirîn demê de bêne derxistin.

Back to top button