89 mizgeft di hedefa hikumeta Fransayê de ne

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir ku piştî qebûlkirina qanûna ‘xurtkirina hurmeta li pîvanên komarê’ wê li 89 mizgeftan bi gumana ‘cihêkariyê’ kontrolê bikin.

Gerald Darmanîn ji Senatoyê re axivî û got,

“Piştî ku qanûn kete meriyetê, di nava hefteyên bê de ez ê 89 îbadetxaneyên cihêkar bi servîsên Wezareta Karên Hundir bidim kontrolkirin.”

Li gorî xala 44’an a pêşnûme qanûnê, îbadetxaneyên ku “nefret û tundiyê teşwîq dikin, yan jî hêzê dide karên bi vî rengî” ji aliyê saziyên dewletê ve bo du mehan dikarin bên girtin.

Ev tedbîra nû, çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorîzmê ya sala 2017’an berfirehtir dike.

89 îbadetxaneyên ku wezîr qalê dike, li 33 bajaran e û tê gotin bi baldarî tên şopandin.

Darmanîn ragihand ku piştî kontrola 56 mizgeftan ên hefteyên dawî, 17 mizgeft hatin girtin û diyar kir ku eger dixwazin ji nûve dest bi kar bikin divê li gorî pîvanan tevbigerin.

Back to top button