Li girtîgehên PDK’ê metirsiya jehrkirina çalakvan û rojnamegeran

Parlementerê berê yê Herêma Başûrê Kurdistanê Soran Omer xeterî li ser jiyana rojnamegerên ku ji aliyê PDK’ê de hatine girtin, heye û dibe bên jehrîkirin.

Parlementerê berê yê Herêma Kurdistanê Soran Omer ji ANF’ê re axivî û diyar bal kişande li ser xeteriya li ser jiyana çalakvanên Behdînanê yên ku di girtîgehên PDK’ê de ne.

Omer da zanîn hewl tê dayîn ku bi rêya ava vexwarinê cûreyek jehrê bidin wan çalakvanan ku piştî ji girtîgehê bên berdan bi demekê jiyana xwe ji dest bidin.”

Soran Omer da zanîn ku erkê hemûyan e ku ji bo tendirustiya jiyana çalakvanan û azadiya wan zextê zêde bikin û got: “Ez ê ji aliyê xwe ve di derbarê ew hewldanên metirsîdar de hemû navendên çavdêriya mafê mirov yên ji derve agahdar bikim.”

Back to top button