Almanya: Divê Tirkiye biryarên DMME’yê pêk bîne

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Almanyayê ‘zû û bêkêmasî’ pêk bîne.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê ‘Plana Çalakiyên Mafên Mirovan’ a ku Erdogan eşkere kiribû, daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku divê Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Almanyayê ‘zû û bêkêmasî’ pêk bîne.

Wezaretê bal kişand ku divê Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş werin berdan.

Parlementerê Meclîsa Federal a Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî diyar kir ku plana ku Erdogan eşkere kiriye, xapandin e.

Ozdemîr jî xwest ku bila biryarên DMME were pêkanîn.

Parlementera Partiya Çep a Almanyayê Ozlem Alev Demîrel jî diyar kir ku armanca vê plana Erdogan ‘hewldana xapandina raya giştî ye’.

Back to top button