Li New Yorkê li dijî Erdogan reklam hatin daliqandin

Li Qada Times ya New York, reklamên li dijî Erdogan hatin daliqandin.
Rejîma AKP’ê li dijî vê bertek nîşan da û ket alarmê.

Li yek ji qadên herî binav û deng yên DYA û cîhanê, li Qada Times a New Yorkê li dijî Erdogan reklam hatin weşandin.

Rêxistina “Advocates of Silenced Turkey” “Parêzvanên Tirkên hatîn Bêdengkirin” ya li DYA kar dike, di reklamên ku weşandî de tê gotin “Stop Erdogan” ango raweste Erdogan.

Reklamên li dijî Erdogan AKP xist alarmê

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk li dijî van reklaman bertek nîşan da û weke her demê ev yek bi karekî terorî binav kir.

Çelîk careke din qala têkoşîna xwe ya li dijî van kirinan kir û ji bo reklamê jî Fethula Gulen tewambar kir.

Hate gotin, li dijî reklamê lêpirsîn hatiye despêkirin.

Back to top button